Li Enbarê zarokek bi ‘du seriyan’ ji dayik bû

Hewlêr (Rûdaw)- Li parêzgeha Enbarê ya Îraqê zarokek bi bedenekê lê bi “du seriyan” ji dayik bû.

Birêveberiya Tenduristiyê ya Enbarê eşkere kir ku rewşa tenduristiyê ya zarokê duserî baş e.

Doh êvarî Birêveberiya Tenduristiyê ya Enbarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku bijîşkên pispor li Nexweşxaneya Qaymê serkeftineke mezin pêk aniye û wan bi neştergeriyekê kariye zarokekî du serî rizgar bikin.

Her wiha di daxuyaniyê de behsa tenduristiya zarok jî hatiye kirin û wiha hatiye gotin:

"Zarok li ser bedenekê ye û bi du seriyan ji dayik bûye û niha tenduristiya wî baş e û tedawiya wî tê kirin.

Li gorî Birêveberiya Tenduristiyê ya Enbarê, di lîteratura tenduristiya bijîşkî de navê bûyerê "jidayikbûna zarokekî duserî di bedenekê de" (Dicephalic Parapagu) ye û pir zêde nayê dîtin.