Li Iraqê 3 roj şîn hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Iraqê piştî bûyerên Bexdayê ku di encam de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, li wî welatî 3 roj şîn ragihand.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê twitterê got, “Parlamentoyê ji bo giyanê şehîdên Iraqî ji xwepêşanderan heta hêzên ewlehiyê 3 roj şîn ragihand.”

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Serokwezîr Mistefa Kazimî jî piştî bûyerên dawî yên li Iraqê banga ragihandina şînê li welat kir.

Serkirdeyê Şîe yê Îraqê û Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr roja Duşema bihorî ragihand ku ew bi temamî dest ji siyasetê berdide û êdî xwe tevli siyasetê nake. Piştî vê biryarê alîgirên Sedr li Bexdayê daketin kolanan û dest bi xwepêşandanan kirin û derbasî Herêma Kesk bûn û dest bi ser Koşka Serokkomarî û de girtin.

Ji şeva Duşembê ve piştî destwerdana hêzên ewlehiyê, di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de alozî derketin.

Piştî demeke kurt ew alozî veguherî şerekî çekdarî yê giran di navbera alîgirên Sedr, milîsên Seraya el-Selam ên girêdayî Sedr, hêzên ewlehiyê û alîgir û milîsên grûpên girêdayî Çarçoveya Hevahengiyê yên nêzîk Îranê de ku têde çekên weke duçka, hawan û RPG jî hatin bikaranîn.

Di encama şer û pevçûnên navbera aliyan de, li gor çavkaniyên Wezareta Tendirustiya Iraqê 25 kesan canê xwe ji dest dan û herê kêm 380 kes jî birîndar bûn.

Roja Sêşembê piştî nîvro Muqteda Sedr Necefê di preskonferansekê de li bajarê bang li alîgirên xwe kir ku dawî li xwepêşandan û aloziyan bînin û ji Herêma Kesk a Bexdayê û qadên xwepêşandanê vekişin û ji vekişîna wan re dema saetekê muhlet diyar kir.

Li ser wê banga Sedr, alîgirên wî ji Herêma Kesk û qadên xwepêşandan û rûbirûbûnan vekişiyan û bi awayekî demkî aramî vegeriya Bexdayê.