Serokomarê Iraqê ji bo avakirina hikûmetê Mihemed Tofîq Elawî raspard

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Iraqê Berhem Salih ji bo avakirina hikûmeta wî welatî, bi fermî wezîrê ragihandinê yê berê Mihemed Tofîq Elawî erkdar kir.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih, wezîrê ragihandinê yê berê Mihemed Tofîk Elawî ji bo posta serokwezîriya wî welatî û pêkanîna hikûmetê raspard.

Berhem Salihj 29ê Çileya 2020ê nameyek arasteyî partiyên siyasî kiribû ku tê de heta roja Şemiyê wate îro molet pê dabû û aşkere kiribû ku eger ew rêknekevin ew bi xwe dê kesekê destnîşan bike bo postê serokwezîriyê. Salih di wê nameyê de diyar kiribû, “eger fraksoyonên diyarkirî, nekarin, berbijêrekê destnîşan nekin” ew dê desthilata xwe ya destûrî bikar bîne û bo raspardina kesekê ku “cihê rizamendiya piraniya parlamentoyê û civakê be.”

Xwepêşanderên Iraqê jî mercekî wan ew e ku kesê dibe serokwezîr, divê bê alî be û di hikûmetên pêştir de berpirsyaretî nebûbe.

Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê berê yê Iraqê, roja 29ê Mijdarê ji ber xwepêşandan û aloziyên wî welatî, dest ji kar berdabû.

Mihemed Tofîq Elawî kî ye?

Mihemed Tofîq Ellawî di sala 1954ê de li navçeya Kerda ya Bexdayê jidayîk bûye û di sala 1977an de ji Iraqê derketiye û çûye Lubnanê.

Li Zankoya Amerîkî ya Beyrutê beêda endazyariya bînasaziyê xwendiye û bo heyameke dirêj li Lubnan û Brîtanyayê maye.

Endamê Encûmena Aborî û Civakî li Neteweyê Yekbûyî bûye, herwiha bo heyamekê bûye şêwkarê Rêxistina Mafên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî.

Endamê Partiya Dawa ya Îslmî bûye û ligel Eyad Ellawî di sala 2005ê de lîsteya bi navê Lîberalên Iraqê saz kirin. Di sala 2006an de bû endamê parlamentoya Iraqê û di 2006-2007ê de Wezîrê Guhestin û Gihandinê bû di kabîneya Malikî de û Sala 2010ê bû Wezîrê Guhestin û Gihandinê di kabîneya duyem a Malikî de.

Sala ‎‎2012ê ji ber pirsgirêkên ligel Malikî dest ji kar kişand

Di sala 2012an de ji ber pirsgirêkên ligel Malikî dest ji kar kişand.

Kesekî nêzîkê Mihemed Baqir Sedir bû.