Viyan Sebrî: Vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Iraqê ne ewqas asan e

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li parlamentoya Iraqê, Viyan Sebrî ragihand, vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê ne ewqas asan e, çimku di navbera Iraq û Amerîkayê de rêkeftineke stratejîk heye, herwiha Iraqê hêj pêwîstî bi alîkariya navdewletî heye.

Viyan Sebrî îro Çarşemê 1ê Çileya 2020 di bernameya Nûroja Dostan a Rûdaw TV de behsa bûyerên dawiyê yên li Iraqê û pêşhatên êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê kir.

Viyan Sebrî ragihand ku Amerîka û Iraqê rêkeftinên xwe yên stratejîk hene û got, ew bawer nakin ku ev rewşa niha ya li Bexdayê bi vî awayî berdewam be.

Parlamentera PDKê diyar jî kir ku nabe li welatekê her hêzek bi serê xwe be û bi dilê xwe reftarê bike, lewma divê danûstandin û lihevkirin hebe.

Viyan Sebrî got: “Rewşa niha ya Iraqê aloz e, ev pirsgirêka niha heye, pirsgirêkekî metirsîdar e, mijara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê ne ewqasî asan e, çimku di navbera Iraq û Amerîkayê de rêkeftineke stratejîk heye. Herwiha dive hêzên çekdae li Iraqê di çarçoveya saziyan de bin.”

Bi gotina Sebrî, “Iraqê heya niha jî pêwîstî bi alîkariyên navdewletî heye, nexasme di warê abor, siyasî û serbazî de, heta niha jî DAIŞ li Iraqê bi dawî nehatiye.”

Derbarê vê yekê ku gelo Kurd çawan dikare alîkar be bo baştirkirina rewşa niha ya Iraqê, Seroka Fraksyona PDKê destnîşan kir: “Rola Kurdan diyar e , heya niha em her alîkar bûne jibo çareserkirina her pirsgirêkekê, wek fraksyonên Kurdistanî jî li Brxdayê em ti carî li gel zêdebûna aloziyan û têkçûna rewşê nebûn, her time em yekdeng û xwedî helwesteke hevbeş bûne, di hemû civînên parlamentoyê.”

Roja 27ê Kanûna 2019, serbazgeha K1 a li Kerkûkê ku hêzên Amerîkayê lê bicih bûne, rastî êrîşeke mûşekî hat û di encama êrîşê de belênderekî Amerîkî hat kuştin û 4 serbazên Amerîkayê jî birîndar bûn.

Di bersiva wê êrîşê de, Amerîkayê jî 5 binke û baregehên Ketayibên Hizbullaha Iraqê ku grûpeke girêdayî Heşda Şeibî ye, li Iraqê û Sûriyê bombebaran kir. Heşda Şeibî ragihandiye, ku bi sedema êrîşa Amerîkayê 28 çekdarên wan hatine kuştin û 48 çekdar jî birîndar bûne.

Ji duh Sêşemî 31ê Kanûna 2019 ve alîgirên Heşda Şeibî li derdora balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê dest bi xwepêşandanan kirine û daxwaz dikin, ku ew balyozxane were girtin.