Bavê Qasim Silêmanî mir

Hewlêr (Rûdaw) – Ajansa fermî ya Îranê ragihand, ku îro danê sibê 31-10-2017, Mihemed Silêmanî yê bavê Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdarên Îranê, di temenê xwe yê 95 salî de miriye.


Ajansa Mehr ragihand bavê Qasim Silêmanî li parêzgeha Kirmanê ya başûrê Îranê û sedema mirina wê jî mezinbûna emrê wî bûye.

 

Ajansê ragihand, ku îro dê cihê veşartina Mihemed Silêmanî were diyarkirin.

 

Qasim Silêmanî ji sala 1997ê ve fermandarê Feyleqa Quds a Supaya Pasdarên Îranê ye. Navê wî yekemîn car piştî êrîşa Amerîkayê ya ser Iraqê di medya rojava de derket. Niha Silêmanî weke “Şûrê Îranê yê Rojhilata Navîn” tê binavkirin.

 

Feyleqa Qudsê baskê derve yê Supaya Pasdaran e. lewma Qasim Silêmanî bi berdewamî li Iraq, Sûriye û Yemenê tê dîtin.

 

Qasim Silêmanî bi şerê li dijî Kurdan navê xwe derxist. Wî di destpêka jiyana xwe ya leşkerî de li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê li dijî hêzên kurdî fermandariya şer kir.

 

Silêmanî di êrîşa 16ê Cotmehê ya ser Kerkûkê de jî li dijî Kurdan rol lîst.