Îran pêşwazî li biryara Iraqê ya derbarê Herêma Kurdistanê de dike

Hewlêr (Rûdaw) – Îran pêşwazî li biryara hikûmeta Iraqê ya şandina hêzên federalî bo ser sînorên Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re dike.

Piştî berfirehbûna xwepêşandanên wê dawiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, hikûmeta Îranê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar kirin ku destê wan di xwepêşandanan û aloziyan de heye û çend caran bi mûşek û dronan êrîşî baregehên wan partiyan kir.

Tehranê herwiha daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê kir, ku rê nedin hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê derbasî nav axa Îranê û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bibin. Tehranê herwiha ji Bexdayê xwest ku hêzên xwe li ser sînor bi cih bike û berpirsyariyên xwe ji bo parastina ewlehiya sînorên bi cîranên xwe re pêk bîne.

Li ser wan daxwazên Îranê, Hikûmeta Iraqê roja 23ê Mijdara 2022 ragihand ku biryar daye Hêzên Pasevanên Sînor ên ser bi hikûmeta federal ve li ser sînorên Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re bicih bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî roja Duşembê 28ê Mijdara 2022 di preskonferansekê de li Tehranê biryara Bexdayê ya şandina hêzên xwe yên Pasevanên Sînor bo ser sînorên Herêma Kurdistanê wek biryareke “erênî” bi nav kir.

Nasir Kenanî got: “Me ev nûçe bihîst ku hikûmeta Iraqê biryar daye hêzên xwe yên fermî li ser sînorên hevbeş ên li Herêma Kurdistana Iraqê bicih bike. Em bi hêvî ne ku ev yek li ser esasê pabendiyên hikûmeta Iraqê û berpirsyariyên wî welatî û wan sozan be ku ji bo ewlehiya sînorên hevbeş dane me.”

Kenanî tekez kir: “Em pêşwazî li vê biryarê dikin û em amade ne eger hikûmeta Iraqê di wî warî de pêwîstiya wê bi alîkariyên teknîkî hebe, alîkariyê bikin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê destnîşan kir: “Civînên şêwirê ya berpirsên bilind ên emnî yên her du welatan li Tehran û li Bexdayê hatin lidarxistin û têkildawî mijarê hin rêkeftin hatin kirin. Em tekez dikin ku Herêma Kurdistana Iraqê beşek ji axa Iraqê ye, hikûmeta Iraqê wek hikûmeta navendî ya wî welatî berpirsyarê dabînkirina ewlehiya xeta sînor a hevbeş a di navbera herdu welatan de ye û divê berpirsyariyên xwe yên di wî warî de pêk bîne.”