Ebas Eraqçî: Amerîka dixwaze rejîma Îranê birûxîne

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê dibêje, Amerîka bi zêdekirina zext û fişaran dixwaze rejîma Îranê birûxîne.


Li gor nûçeya ajansa resmî ya IRNAyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, li Tehrana paytexta wî welatî, beşdarî konferansa, bi navê ‘Di pêvajoya Şoreşê de Îstîxbareta Derve û Teşkîlata Ewlekariyê’ bû û gotarek pêşkêş kir.


Ebas Eraqçî, di wê gotara xwe de bal kişandiye ser polîtîka û sizayên Amerîkayê yên li hemberî Îranê û gotiye, “Amerîka dixwaze bi rêya zêdekirina zextan li ser Îranê, rejîmê jinav bibe.”


Eraqçî diyar kiriye, Amerîkayê li hemberî Îranê destpêkê amûrên aborî bikar anîne û gotiye, “Amerîkayê ku dixwast rejîmê têk bibe, piştî peymana etomî dît amûra aborî ya pêkanîna zextê ji dest diçe, piştî wê ji peymana etomî derket.”


Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê ragihandiye, “Li şûna Donald Trump kî jî heba, Amerîka dê ji peymana etomî derketiba. Amerîka bi peymana etomî ket nav lîstikekê lê nekarî encama ku dixwast bidest bixe. Îran jî li navçeyê kêm an zêde, gihişt hêzekê û hêmanên berxwedanê li şûna ku lawaz bibin, bihêztir bûne.”


Herwiha wî berpirsê Îranê gotiye di têkoşîna li hemberî Amerîkayê de divê di navbera hemû dezgehên Îranê de yekdengî û hevkarî hebe û diyar kiriye ku di vê mijarê de di navbera Fermandarê Hêza Qûdsê Qasim Silêmanî û Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf de tu cudahî nîne.