Rapbêjê navdar ê Îranî bi cezaya darvekirinê re rû bi rû ye

Hewlêr (Rûdaw) - Rapbêjê navdar ê Îranî Tûmac Salihî yê ku piştgirî da xwepêşandanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dibe ku were darvekirin.

Serokê Desthilatê Dadê ya parêzgeha Îsfehanê Esedullah Caferî duh Yekşemê ji medyaya fermî ya Îranê re axivî û diyar kir ku Rapbêjê navdar ê Îranî Tûmac Salihî bi “xirabiya li ser erdê hatiye tohmetbarkirin” ku di nav cezayên wê tohmetê de darvekirin jî heye.

Hat ragihandin ku Rapbêjê navdar ê Îranî Tûmac Salihî her wiha bi “propagandaya dijî rejîmê, ji bo têkbirina ewlehiya welêt avakirin û rêvebirina grûbên neqanûnî, hevkariya bi dijminan re, belavkirina derewan, têkdana raya giştî bi rêya medyaya civakî, û tehtîbkirin û handana xelkê ji bo karên tundûtûj” tê tohmetbarkirin.

Esedullah Caferî destnîşan kir ku heta niha rûniştina darizandina Tûmac Salihî nehatiye kirin lê dosyeya wî ji dadgehê re hatiye şandin.

Tevî destwerdanên tund ên hêzên ewlehiyê yên Îranê, heta niha jî xwepêşandan berdewam dikin. Rapbêjê navdar ê Îranî Tûmac Salihî yê ku yek ji piştevanên xwepêşandanan bû, meha borî li gundê Gird Bîşe yê parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû girtin. Ew sala par jî hate girtin lê di demeke kurt de hatibû berdan.

126 kesayetiyên çalakvanên medyayî, şair, nivîskar di nameyekê ku berî hefteyekê belavkirin de daxwaza berdana Tûmac Salihî kirin.

Bi zorê vîdeoyek pê dane girtin

Medyaya nêzîkî Hikûmeta Îranê vîdeoyek belav kiribûn ku tê de kesekî ku tê îdiakirin Salihî ye, poşmaniya xwe ji bo piştgiriya xwepêşandanan nîşan dide. Çalakvanên mafên mirovan dibêjin ku vîdeo bi zorê pê dane girtin.

Destûr nayê dayîn ku ji xwe re parêzer bigire

Nayê zanîn ku Salihî di bin çi şert û mercan de hatiye darizandin, ji ber ku destûr nayê dayîn ku ji xwe re parêzerekî bigire.

Malbata Salihî dilgiran in ku di encama darizandinê de dibe ku cezayê darvekirinê lê bibirin.

Repbêjê Kurd Saman Yasîn jî bi heman tohmetê tê darizandin.