Îran: Banga Ocalan gaveke giring e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî /Wêne: Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî derbarê banga Abdullah Ocalan de got, "Em piştgiriyê didin banga Ocalan û "ev bang gaveke girîng e ber bi rawestandina tundûtîjiyê ve."

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan doh xwest ku PKK fesix bike û çekan deyne.

Wezareta Karên Derve ya Îranê li ser banga Ocalan daxuyaniyek da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî diyar kir, "Komara Îslamî ya Îranê pêşwaziyê li her pêvajoyekê ji bo rawestandina terorê û xurtkirina ewlehiyê ya li Tirkiyeya cîran dike."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê daxuyand, welatê wî hêvîdar e ku "ev bipêşveçûn encamên erênî ji bo herêmê hebe."