Dengvedana Kongreya Neteweyî ya Kurd di medyaya îranî û farsî de

Hewlêr (Rûdaw) – Hewl û amadekariyên Kongreya Neteweyî ya Kurd ne tenê di medyaya Tirkiyê lê di medyaya Îran û cîhanê de jî deng veda. Helbet li gorî yek ji malperên nîvfermî, Îranê civandin û yekxistina partiyên rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Kongreyê ve “gefa li dijî ewlehiya millî” dibîne.

Hefteya borî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, zemîn û mercên avêtina gavek dîrokî di dîroka kurd û Kurdistanê de hat çêkirin.

Piştî 100 salan piraniya hêz û partiyên kurdî ji hemû beşên Kurdistanê hatin ba hev û biryarek girîng dan: Meha Tebaxa îsal Kongreya Neteweyî ya Kurd saz bikin.

Ji bo vê yekê kumîteyek amadekar pêk ku 21 endamên wê hene û kumîteya han yekemîn civîna xwe jî bi amadebûna serokê Herêma Kurdistanê li havîngeha Selahedîn a Hewlêrê saz kir.

Vê pêşhata girîng di medyaya welatên cîgiran bi taybet Tirkiye û Îranê de dengek mezin veda.

Her çeqas Tirkiye bi îhtiyat nêzîkî kongreyê bû lê Îranê bi awayekî din nêzîkî vê yekê bû û dibe. Ajansên nûçeyan ên navxwe yên îranî behsa kongreya neteweyî ya kurd kirine û bêyî ku navên partiyên rojhilatî bînin ziman, kongre wek konferans bi nav kirine.

Malpera ajansa xwendekaran a bi navê ÎSNA, behsa kongreyê dike û dinivîse, hinek kurdên cîhanê mîna PKKê û grûpên nêzîkî wê partiyê li Hewlêrê kom bûne da ku li ser çawaniya lidarxistina “Konferansa Neteweyî ya Kurd” li hev bikin.

Malpera bi navê “kurdta” jî ku malperekî nîvfermî ye û nûçeyên Kurdistanê şirove dike, dibêje, li gorî rayedarên îranî hewlên Herêma Kurdistanê ji bo yekxistina partiyên rojhilatê Kurdistanê wek “gefa li dijî ewlehiya millî” ya Îranê dibînin û wiha dinivîse: “Egera wê yekê heye ku bikaranîna peyva rojhilatê Kurdistanê ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê ve bibe sedema hejandina bingehên hikûmeta sava ya wê herêmê.”

Di rojname û malperên farsî yên derveyî Îranê jî, behsa kongreya neteweyî ya kurd hatiye kirin. Malpera Radio Farda ku ji aliyê wezareta derve ya Amerîka ve tê fînansekirin, dibêje, kurd di çarçoveya welatê xwe de behsa kêşeyên xwe dikin. Malpera farsî ya Fransa jî dibêje, kongreya neteweyî ya kurd bi beşdariya kurdên Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyê tê sazkirin.