Hikûmeta Îranê ziyandîtiyên lehiyê qerebû dike

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îranê ragihand ku 710 milyar tûmenan wek alîkariya bê beramber dide wan navçeyên ku ji ber lehiyê ziyan dîtine.

 

Serokê Rêxistina Bername û Budceya Îranê Mihemed Baqir Newbext ragihand, ji wê tibaba alîkariyan, 580 milyar tûmen wek pereyên kaş didin kesên ziyandîtî.

 

Herwiha 130 milyar tûmen ji bo ji nû ve avakirina navçeyên ziyandîtî tên veqetandin. Hikûmeta Îranê diyar kir ku ji bilî vê jî, 1800 milyar tûmenan wek qerz dide hevwelatiyan.

 

Newbext anî ziman ku tibaba 1800 milyar tûmenan wek qerzên bankî didin kesên ziyandîtî û hikûmet li şûna hevwelatiyan sûda wan qerzan dide bankan.

 

Mihemed Baqir Newbext herwiha got ku piştî bûyera lehiya Şîrazê, bi lez serdana wî bajarî kirine û bi berpirsên wî bajarî re civiyane da ku pirsgirêkên wan bi lez çareser bikin.