Nûnerê berê yê Xamneyî hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Encûmena Şarezayên Rêberî û nûnerê berê yê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê yê Sîstan û Belûçistanê hat kuştin.

Endamê Encûmena Şarezayên Rêberî û nûnerê berê yê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê yê Sîstan û Belûçistanê Ebaselî Suleymanî îro Çarşemê 26ê Nîsana 2023an li bajarê Babulser ê parêzgeha Mazenderan a bakurê Îranê di nava bankekê de bi çek hat kuştin.

Medyaya Îranê ragihand, kujer bi çeka pasewwanê bankê Ebaselî Suleymanî kuştiye û 3 kesên din jî birîndar kirine.

Cîgirê Parêzgarê Mazenderanê ji bo Karûbarên Siyasî û Ewlehî Ruhullah Selegî ragihand, kujer ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

Pileya olî ya Ebaselî Suleymanî Ayetullah bû ku berê pêşnimêjê Zahîdanê û nûnerê rêberê Komara Îslamî ya Îranê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bû. Ew her wiha endamê Endamê Encûmena Şarezayên Rêberî yê Îranê ye ku encûmeneke taybet e ji bo destnîşankirin û dûrxistina rêberê Komara Îslamî ye.

Sedema gulebarana Ebaselî Suleymanî heta niha ne diyar e û berpirsên parêzgeha Mazenderanê jî ragihandine ku piştî lêkolîna li ser kujer dê zanyariyên zêdetir bidin.