Elî Xamineyî: Divê Netanyahu were îdamkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Îslamî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ragihand ku divê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu were îdamkirin
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê ragihand ku Rêberê Îslamî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî li Tehranê xîtabî endamên hêzên milîs (Besîc) ên girêdayî Artêşa Supaya Pasdaran kir.
Dadgeha Cezayan a Navneteweyî (UCM) ji ber êrişên li Xezeyê derbarê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu fermana desteserkirinê derxist.
Elî Xamineyî ev biryara Dadgeha Cezayan a Navneteweyî bi bîr xist û got:
“Derbarê Netanyahu biryara desteserkirinê hat dayîn lê ev têrê nake. Hukmê wî îdam e.
Divê ji bo pêşengên Îsraîlî yên li ser kar biryara îdamkirinê were dayîn."
Xamineyî bertek nîşan da ku qadên sivîlan tên bombebarankirin û wiha dewam kir:
"Li Xeze û Libnanê bombebarana ser xaniyên sivîlan serkeftinek nîne. Ji ehmaqan re bombebarandina ser xaniyên xelkê û nexweşxaneyan serkeftin e lê bila wisa neyê zanîn.
Kes vê wekî serkeftin nabîne. Tişta ku ew dikin ne serkeftin e lê ew sûcê şer e.”