Li Îranê ji ber mirina heciyan 3 rojan şîna giştî hat ragihandin

 

Tehran (Rûdaw) – Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî, ji ber mirina heciyên îranî li Erebistanê, sê roj şîna giştî ragihand. Xaminêyî êrişî hikûmeta Erebistanê jî kir û got, ew bûyer ji ber rêveberiya xelet û tedbîrên xirab ên Erebistanê qewimiye.

Duh (24ê Îlonê) li herêma Mîna ya Erebistanê, ji ber qerebalixya ku di merasîma “Recmkirina Şeytan” de derketibû, bi sedan hecî miribûn û bi sedan hecî jî birîndar bibûn.

Rêberê Îranê Ayetullah Xaminêyî, ji ber mirina heciyên îranê peyamek sersaxiyê belav kir û ferman da, li Îranê 3 roj şîna giştî bê kirin.

Xaminêyî rexne li hikûmeta Erebistanê jî kir û got, divê hikûmeta Siûdî berpirstiya xwe ya giran li hember vê bûyera tal qebûl bike ji ber ku rêveberiya xelet û tedbîrên xirab ên wê bûn sedema wê karesatê.

Ji aliyekî din, Berpirsê Karûbarên Hecê yê Îranê Seîd Ohedî eşkere kir ku hejmara heciyên ku ji ber qerebaxliya duh mirine, 1300 derbas kiriye û got, zêdetirî 2 hezar hecî jî birîndar bûne.

Seîd Ohedî da zanîn ku 131 heciyên îranî jî di bûyera Mînayê de can dane û 60 heciyên îranî î birîndar bûne.