Îro berbijarên dawî yê hilbijartinên Serokkomariya Îranê diyar dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Nirxandina hêjabûna berbijarên hilbijartinên Serokkomariya Îranê bidawî hat û biryare îro encama dawiyê bêne aşkerekirin.

Li gor hin medyayên Îranê yên nêzîk li Supaya Pasdaran, lîsta dawî ya berbijêrên hilbijsertinên serokkomariya Îranê ji aliyê Encûmena Parastina Destûrê ya wî welatî ve hatiye amadekirin.

Ajansa Fars News ragihandiye, ku wan lîsta berbijarên pesendkirî bidest xisitye û li gor zanyariyên nefermî, berbijêriya kesên naskirî yên weke Elî Larîcanî serokê berê yê parlamentoya Îranê, Mehmûd Ehmedînijad serokkomarê berê yê Îranê, Ishaq Cehangîrî cîgirê serokkomarê niha û Mistefa Taczade ji ber hêjanebûna wan hatiye redkirin.

Her li gor zanyariyên ji medyayên Îranê ve, Encûmena Parastina Destûr dê îro lîsteya dawî ya berbijêran ji Wezareta Navxwe ya wî welatî re bişîne. Li gor wan medyayan, berbijêriya Îbrahîm Reîsî, Muhsin Rizayî, Muhsin Mêhr Elîzade, Seîd Celîlî, Elîriza Zakanî, Ebdulnasir Hêmetî û Emîr Hisên Qazîzade Haşmî hatiye pesendkirin.

Li aliyeke din, Berdevkê Encûmena Parastina Destûrê ya Îranê, Ebas-Elî Kedxudayî ragihandiye, ew dê roja Sêşemê bi fermî lîsta berbijêrên pesendkirî bişînin wezareta navxwe.

Ebas-Elî Kedxudayî herwiha diyar kiriye, di çarçoveya lêkolînên xwe yên derbarê berbijêran de, wan bang li hin berbijêran kiriye û ew berbijêr li Encûmena Parastina Destûrê amade bûne û zanyarî dane.

Biryar e roja 18ê Hezîrana îsal hilbijartinên serokkomariya Îranê birêve biçe.