Li Îranê ji ber bahoza qûmê 2 hezar û 107 kes nexweş ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Sîstan-Belûçistanê ya Îranê, di 5 rojên dawî de 2 hezar û 107 kes ji ber bahoza qûm û xubarê nexweş ketin û çûn nexweşxaneyan.

Serokê Rewşa Bilez a Sîstan-Belûcistanê Mecîd Muhîbbî derbarê mijarê de ji IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê re axivî.

Mecîd Muhîbbî got, "Li bajarên Zabûl, Zehek, Hamûn, Hirmend û Nîmrûzê ku dikevin bakurê Sîstan-Belûçistanê, ji ber bahoza qûm û xubarê di 5 rojên dawî de 2 hezar û 107 kes nexweş ketin.”

Bi gotina Mecîd Muhîbbî, ew kesên nexweş ketine niha li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Rêvebirê Giştî yê Meteorolojiyê yê Sîstan-Belûcistanê Muhsîn Heyderî 20ê Îlonê diyar kiribû ku ji ber ku xubarê mesafeya dîtinê kêm bûye.