Li Îranê teqîn: Bi dehan mirî hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Xorasana Başûr a li rojhilatê Îranê li madena komirê teqînek çêbû.

Li gorî nûçeya Ajansa Mehrê, di vê teqînê 30 karker mirine.

Piştî teqînê gelek tîmên rizgarkirinê çûne madenê û xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Li hêla din, hat zanîn ku li madenê bi tevahî 69 karker dixebitin û teqîn ji ber gazê çêbûye.

Tê gotin ku 17 birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan piştî teqînê got, “Em ji bo alîkariya malbatên wan texsîr nakin.”