Hewlêr (Rûdaw)- Ebutalibiyê şêwirmendê siyasî yê Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî, ragihand ku di serdama Ahmedinejad de du salan navbeyna Îran û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) de hevdîtinen veşartî pêk hatine.
Hamid Ebutalibî li ser twittire got, “Hikûmeta ji beriya vê du salan hevdîtinên veşartî kirîne. Dema me hevdîtinen Ruhanî eşkere kirin yên ku bîhistin bifikarbûn û îtiraz kirin.”
Ebutalibî, banga kesên ku ji ber hevdîtinên Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî yên li Komcivîna Giştî ya 69emîn ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê bê lidarxistin, bifikar bûyîn kir û wiha got:
“Ez gelek caran beşdarî civînên giring ên navenda lêkolînên stratejîk bûm. Di civînan de şopandina karên derve ser du rêya dihat niqaşkirin. Yek ji wan rêya “pevçûn” ya din jî “çêkirina hevkariyê” bû. Gelê Îranê di hilbijartinên borî de Ruhanî hilbijartin û dan xuyandin ew piştgiriya “çêkirina hevkariyê”, “rizgarkirina aboriyê” û “başbûna exlaqî” dikin.”
Ebutalibî diyar kir ku Îran a sedsala 20emîn û ya sedsela 21emîn cuda ne û wiha domand:
“Di siyaseta derveyî de ewlekariya neteweyî û berjewendî girîng e. Ji bo berjewendiya divê her gav bê avêtin.”
Ji beriya çend rojan hin komên radikal hemberî Ruhanî xwepêşandin li dar xistî bûn û ragihandi bûn Ruhanî dibe sebeba deskeftên şoreşê jinav rabin. Paşê wan kesa navê “Dilvapesan (kesên bifikar)” li xwe kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse