Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê qezayên trafîkê: Di hefteyekê de 321 kesan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Polîsê Trafîkê yê Îranê ragihand ku hefteya borî 321 kesan ji ber bûyerên  trafîkê canê xwe ji dest daye û 9 hezar kes jî birîndar bûne.

Rêveberê Giştî yê Polîsê Trafîkê yê Îranê Teymûr Huseynî ji medyaya fermî ya Îranê re ragihand ku di navbera 15-21ê Adarê de 50 hezar bûyerên trafîkê çêbûne û di encamê de 321 kesan canê xwe ji dest daye.

“Bûyer ji ber xeletiyên şofêran çêdibin”

Rêveberê Giştî yê Polîsê Trafîkê yê Îranê Teymûr Huseynî got:

“Di wan rojan de 9 hezar û 200 kes jî di qezayan de birîndar bûne û sedema serekî ya wan bûyeran jî ji ber ajotina bilez û xeletiyên şofêran e.”

Teymûr Huseynî ji şofêran xwest ku di rojên Newrozê de ji bo parastina canê xwe û yên welatiyan zêdetir pabendî tedbîrên trafîkê bikin.

Bi hatina Newrozê re li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, gelek welatî ji bo pîrozbahiyan derdikevin rêyan û ev yek kî dibe sedema qerebalixiya rêyan.

Li gorî amarên Rêveberiya Trafîkê ya Îranê salane zêdetirî 15 hezar kesî di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest dide.