ÎRAN - Pirsgirêkên xwendinê yên zarokên Efxan: ‘Naleta bêwelatbûnê ye!’

Hewlêr (Rûdaw) –  Bi destpêkirina destpêka sala nû ya xwendinê ya li Îranê careke din pirsgirêkên xwendinê zarokên Efxanî dibe rojev.

Penaberên Efxanî yên li Îranê naletê li “bêweteniyê” tînin û dixwazin zarokên wan ji xwendinê mehrûm nemînin.

Wêneyên zarokên penaber ên Efxanî yên li Îranê penaber in di torên medyaya civakî de hatin belavkirin.

Hin penaberên Efxanî yên li Îranê ne xwediyê karta nişîngehê ne û hin penaberên Efxanî yên li Îranê ne ne xwediyê ti belgeyeke fermî ya dewleta Îranê ne.

Koçberiya Efxanan a ber bi Îranê

Hejmareke teqez a Efxanî yên li Îranê ne diyar e. Dîroka penaberên Efxan ên li Îranê sala 1979an dest pî dike.

Artêşa Sovyetê sala 1979an êrişî Efxanistanê kiribû û heta sala 1989an şerekî dijwar di navbera Sovyet û Efxaniyan de rûdabû.

Di wî şerî de zêdeyî 100 hezar leşkerên artêşa Sovyetê miribûn 15 hezar leşker winda bûbûn û nêzîkî milyonek Efxanî jî miribûn.

Di maweyê wî şerî de bi milyonan Efxaniyan berê xwe dan Îran û Pakistanê û bûn penaber.

Beriya hilweşandina hikûmeta Efxanistanê û vegera Talîbanê ya 2021an gelek Efxaniyên din jî ji ber qeyranên aborî û şerên navxweyî berê xwe dabûn Îranê.

5 heta 7 milyon Efxanî li Îranê dijîn

Li gorî berpirsên Îranî 5 heta 7 milyon Efxanî li Îranê dijîn.

Penaberên Efxanî yên li Îranê ji gelek bingehîn û ji gelek xizmetên tenduristiyê bêpar in.

Xwendin jî yek ji wan mafan e û zarokên Efxanî nikarin di dibistanên Îranî de bixwînin.

“Min nexwend bila zarokên min bixwînin”

Li gorî BBCyê bavekî Efxanî ku ew bixwe jî li Îranê mezin bûye li ser Înstagrama xwe behsa pirsgirêkên xwendinê kiriye û wiha gotiye:

“Her dema ku ez diçûm dibistanê digotin ji bo biyaniyan ti pol nînin. Min bi xwe nikarîbû bixwînim. Aniha dora zaroka min e.

Xwedêyo êdî bes e! Ma heta kengê divê  dilê me şikestî be û ji zarokê xwe şerm bikin.”

Efxaniyekî din jî li ser vê pirsgirêkê wiha gotiye: “Lanet li bêweteniyê be.”

20ê Îlona 2019an Wezîrê Rewşenbîrî û Perwerdeyê yê Îranê Elîreza Kazimî diyar kiribû ku ji bo xwendina zarokên penaberan û biyaniyan ti astengî nînin.

Kazimî diyar kiribû ku hin pirsgirêk hene û ew hewl didin wan pirsgirêkan jî çareser bikin.

Zarokên Efxanî li ser “berpirsiyariya mirovî” tên perwerdekirin

Berdevkê Wezareta Rewşenbîrî û Perwerdeya Îranê Elî Ferhadî jî di hevpeyvîneke de wiha got:

“Li dibistanan ji bo xwendekarên ‘biyanî’kontenjan ji sedî 20 e û li hin deveran hejmara wan xwendekeran biyanî ji yên niştimanî zêdetirin ji ber wê ew nayên qedykirin.”

Li gorî gotina malbatên Efxanî zarokên wan bi hincetên cûr bi cûr li dibistanan nayên qeydkirin.

Elî Ferhadî amaje bi wê yekê dike ku Îran li ser bingeha “berpirsiyariya mirovî” xwendekarên Efxanî li dibistanên xwe tomar dike.

Serdozgerê Giştî yê Îranê, Mihemed Mohadî Azad jî kişand ser perwerdehiya tevahî ya hemû zarok û ciwanên li Îranê û wiha got:

“Hemû kesên ku temenê wan di bin 18 saliyê de ne, divê li dibistanan bên qeydkirin. Ti hincet nîne ku em wan zarokan qebûl nekin.”

Li gorî gotina Elî Ferhadî, îsal li Îranê derdora 17 milyon xwendekar li dibistanan perwerdeyê dibînin.

Li gorî amarên heger Elî Ferhadî heger kapasîteye xwendekarên “biyanî” ji sedî 20 be divê 3 milyon û 400 hezar xwendekarên Efxanî jî li dibistanên Îranê xwendekar bin.

Ti amareke fermî li ser hejmara xwendekarên Efxan ên li Îranê dixwînin nîne.