Nûnerê Talîbanê li Îranê bû sedema krîzê!

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Talîbanê yê ku dema sirûda neteweyî ya Îranê dihat xwendin ranebû ser xwe bû sedema krîzê.

Konferansa Yekîtiya Îslamê ya Nevneteweyî li Tehrana paytexta Îranê bi xwendina sirûda neteweyî ya Îranê dest pê kir û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî hazir bû.

Dema xwendina sirûdê xeyn ji nûnerê Talîbanê hemû vexwendî rabûn ser xwe.

Ev helwesta nûnerê Talîbanê li Îranê bû sedema gelek bertekan.

Hem medyaya Îranê û hem jî gelek kesan bi rêya torên civakî bertekên tund nîşanî nûnerê Talîbanê dan.

Her wiha gelek kesan jî vexwendina Talîbanê rexne kir.

“Ti mînakên vê nînin”

Nûnerê Taybet ê Efxanistanê yê Îranê Hesen Kazimî piştî kûrbûna krîzê û zêdebûna bertekan bi rêya hesabê xwe yê Xê got:

“Ti wateya wê nîne ku bi hinceta qedexekirin muzîkê rêz li prensîbên dîplomatîk neyê girtin û ti mînakên vê jî nînin.”

Rayedarên Talîbanê 18ê Îlonê jî li bajarê Paşeverê yê Pakistanê dema xwendina sirûda Pakistanê ranebûbûn ser xwe.

Rayedarên Talîbanê “qedexebûna muzîkê” ji xwe re kiribû hincet lê Pakistanê ev rewş bi rengê “binpêkirina protokolên dîplomatîk” nirxandibû û bertek nîşanî Talîbanê dabû.

Konsulxaneya Efxanistanê ya Peşaverê paşê gotibû, “Ji ber ku Talîban li dijî muzîkê ye sirûda neteweyî ya Efxanistanê jî hatiye qedexekirin.”