Helîkoptera Serokkomarê Îranê qeza kir
Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê ragihandiye ku helîkoptera Serokkomar Îranê li herêma Culfayê ya parêzgeha Tewrêzê qeza kir.
Li gorî zanyariyê medyaya Îranê, heta niha tîmên hawarçûnê negihiştine cihê qezayê û hûrgiliyên qezayê nayên zanîn.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Muftuyê Tewrêzê û gelek berpirsên din jî di helîkoptera Îbrahî Reîsî de bûn.
Li gorî zanyariyan Îbrahîm Reîsî ji bo vekirina bendavekê li ser sînorê Îranê û Azerbaycanê çûbû herêmê.
Wêneyên Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev berî qezaya helîkopterê, dema li Tewrêzê bendavekê vedikin pic.twitter.com/esbQa6424Q
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 19, 2024
Di vê çarçoveyê de her wiha tekez li ser vê yekê hate kirin ku helîkopterê di hewaya mij de bi dijwarî daketiye û hinek ji kesên tê de telefonî navendên hawarçûnê kiriye û rewş ragihandine.
Medyaya Îranê amaje bi wê yekê jî kir ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê dest bi xebatên xwe kiriye û li herêmê mijeke zêde heye.
Ji Wezîrê Karên Navxwe yekem daxuyanî
Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî ji Radyoya Seda û Sîmayê re eşkere kir ku hêzên rizgarkirina Heyva Sor û hêzên alîkar ên leşkerî ji bo dîtina helîkopterê dest bi operasyonê kiriye.
Ehmed Wehîdî da zanîn ku tîmên rizgarkirinê şandine deverê lê ji ber mij û moranê nikarin bigihên cihê bûyerê.
🔴Tîmên rizgarkirinê yên #Îran`ê li helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî digerin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 19, 2024
🔴Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî eşkere kir ku hêzên rizgarkirinê ji bo dîtina helîkopterê dest bi operasyonê kiriye lê ji ber mij û moranê nikarin bigihên cihê bûyerê pic.twitter.com/iscm5mkEKL
Wehîdî herwiha got:
"Me bi hevalên Serokkomar re pêwendî daniye lê ji ber ku dever aloz e, em li bendê ne ku tîmên hawarçûnê bigihin devera agahiyan bidin me."
Ehmed Wehîdî da zanîn ku di di helîkoptera Reîsî de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbaycanê Melik Rehmetî, Muftiyê Tewrêzê Ayetullah El Haşim jî di helîkopterê de ne.
Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev li ser sînorê Îranê û Azerbaycanê Bendava Kiz Kalasî vekiribûn.