Manora leşkerî ya milîs û besîcên herêmî yên Îranê dest pê kir

 

Kirmaşan (Rûdaw) – Li parêzgeha Kirmaşanê, manora leşkerî ya milîsên kêmîneyên etnîkî û mezhebî yên îranî bi beşdariya bi hezaran çekdar dest pê kir. Manor ji aliyê Fermandeyê Besîcê Îranê ve tê birêvebirin.

Îro li devera Kinêştê ya Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê, manora leşkerî ya milîs û çekdarên ku ji kêmîneyên etnîkî û mezhebî yên seranserî Îranê pêk hatine, dest pê kir.

Li gorî medyaya Îranê, di wê manora leşkerî de ku bi fermana Fermandeyê Besîcê Îranê Mihemed Riza Neqdî dest pê kir, 9 tabûr milîs û çekdarên kurd, tirkmen, belûç, bextiyarî, şîe û sunnî beşdar in.

Hat zanîn ku milîs û çekdarên herêmî ji parêzgehên Kirmaşan, Îlam, Sîstan û Belûçistan, Gulistan, Kurdistan, Kohkîloye û Bûyîr Ehmed, Çarmehal û Bextiyarî, Fars, Loristan, Xûzistan û Erdebîlê beşdar bûne û girê Hêza Besîc a Îranê ne.

Navê parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê di nav lîsteya parêzgehan de nayê dîtin.

Balkêş e ku ev manor tanê bi beşdariya milîs û besîcên deverên sînorî yên Îranê tê lidarxistin.

Di van demên dawiyê de tê gotin ku çekdaêrn DAIŞê derbasî deverên sînorî yên Îranê bi taybet Rojhilatê Kurdistanê bûne û li wan deran dest bi wergirtina endaman, lidarxistina çalakiyên piştgiriyê dikin û li hinek cihan jî bi hêzên Îranê re şer kirine lê ev nûçe û agahî ji aliyê rayedarên Tehranê ve hatine redkirin.


Milîsên tirkmen