Li Îranê agir bi nexweşxaneyê ket: 9 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Agir bi Nexweşxaneya Qayîmê ya li bajarê Reştê yê parêzgeha Gîlanê ya Îranê ket.

Serokê Zanîngeha Zanistên Bijîşkî Dr. Mihemed Teqî Aşûbî da zanîn ku di vê şewatê de 9 kes mirine.

Dr. Mihemed Teqî Aşûbî diyar kir, kapasiteya nexweşxaneyê heye ku 250 nexweşî vehewîne lê dema şewatê 142 nexweş hatibûn razandin.  

Li gorî agahiyên ku Dr. Aşûbî dane, naxweşxane taybet e û dema şewatê 33 nexweş li beşa nexweşiyên giran tedawî dibûn.

Dr. Aşûbî piştrast kir ku di vê şewatê de 9 kes mirine û hîn dema şewatê ne diyar e.

Li hêla din, hat ragihandin ku tîmên tenduristiyê hemû nexweş veguhastine nexweşxaneyên din ên li bajêr û agir hatiye vemirandin.