Parlamenterê Kurd ê Îranê: Çima dev ji kuştina kolberan bernadin?

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê îro Sêşemê ragihand ku parlamenterekî kurd ê parlamentoya Îranê yê ji bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, kuştina kolberan ji dewletê ve rexne kir û got “Çima dev ji kuştin û birîndarkirina kolberan bernadin?”

Parlamenterê Kurd Celal Mehmûdzade di hevpeyvînekê de ji ajansa Kurdpress re, ku ji aliyê hikûmetê ve tê piştevanîkirin, got “Mixabin her sal em dibînin ku bi sedan karker û bikarhênerên sotemeniyê tên kuştin û birîndarkirin, û bi sedan zarok, biçûk û gelek malbat tên cezakirin.”

Li gorî Kurdpressê Mehmûdzade di parlamentoyê de ji wezîrê navxwe yê Îranê re pirsî, “Çima hûn dev ji kuştin û birîndarkirina kolber û hemalên sotemeniyê bernadin? Hûn dê kengê danûstendinên li ser sînor organîze bikin û kooperatîfên kolberiyê ava bikin?”

Kolber kelûpelan li ser sînorê Herêma Kurdistanê-Rojhilatê Kurdistanê û carnan jî li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê-Bakûrê Kurdistanê dibin û tînin. Kolber her tim dibin hedefa hêzên pasewanên sînor ên Îranê û hin caran jî dibin qurbaniyên karesatên xwezayî. Gelek kes bi taybetî li parêzgehên Bakûrê Kurdistanê ji ber xizanî û nebûna karekî alternatîf, berê xwe didin karê kolberiyê.

Mehmûdzade di hevpeyvînê de dibêjê “Kêmbûna xebatên peydakirina kar û nebûna îstîhdama ciwanan ji bo dabînkirina debara malbatê bûye sedem ku xelkê navçeyên sînorî berê xwe bidin kolberî û hemaltiya sotemeniyê.”

Malbatên kolberan yek ji mexdûrên sereke yên êrîşên pasdarên Îranê ne, ji ber ku veguhestina kelûpelan çavkaniya bingehîn a debara wan e.

Li gorî daneyên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ya Parîsê di deh mehên destpêkê yên îsal de berhev kiriye, di encama gulebarana hêzên sînor, qeza û nexweşiyan de herî kêm 39 kolber mirine û herî kêm 100 kolber jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku KHRN’ê dane Rûdawê, di sala 2020’an de 52 kolber hatine kuştin û 147 kolber jî birîndar bûne. Ji wan kesên ku hatine kuştin 46 kes ji aliyê pasewanên sînor ên Îranî yan jî Tirk ve hatine gulebarankirin.