Kulî gefê li çend parêzgehên Îranê dixwin

Hewlêr (Rûdaw) – Tevî ku hêj niştecihên çendîn parêzgehên Îranê ji ber lehiyê û zirarên wê dinalin û beşeke mezin ji çandiniyên wan ji nav çûne, xelkê pênc parêzgehên başûrê Îranê rûbirûyî êrişa bikom a kuliyan bûne.

 

Li gor zanyariyên rayedarên Îranê, kulî ji Erebistana Siûdî hatine parêzgeha Hurmuzgan a li başûrê Îranê û ji wir jî li parêzgehên Xuzistan, Sîstan û Belucistan, Kirman û  Faris belav bûne.

 

Rêxistina Cîhanî ya Xurek derbarê gefa kuliyan bo ser ewlehiya xureka Îranê û bûyerên giran de hişyarî daye.

 

Ji ber barana zêde ya van demên dawî li Îranê û zêdebûna giya û berhemên çandiniyê, Îran bûye armanca êrişên kuliyan.

 

Ji bilî metirsiya wê yekê ku eger ew kulî neyên jinavbirin, dibe ku zêde bibin, egera wê yekê heye ku di meha Gulanê de baskên wan derkevin û êrişa kuliyan hemû Îranê bigre.