Li Belûçistanê şerê hêzên Îranê û çekdaran: 3 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di encama şer û pevçûnên di navbera Supaya Pasdarên Îranê û hejmarek çekdarên xwecihî de endamekî Supaya Pasdarên Îranê û 2 çekdar hatin kuştin û 6 jî hatin desteserkirin.

Şerê di navbera Supaya Pasdarên Îranê û hejmarek çekdarên xwecihî de îro Înê danê sibehê li bajarê Hamûn ê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê qewimî.

Fermandehiya Qudsê ya Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku “hêzeke serhildêr a çekdar” li bajarê Hamûn ê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê rûbirûyê Supaya Pasdarên Îranê bûne û di şer û pevçûnê de 2 endamên hêza çekdar û endamekî Supaya Pasdarên Îranê hatine kuştin.

Li gorî ragihandina Supaya Pasdarên Îranê, navê wî endamî Erdeşîr Xetîbî ye lê li ser her du kuştiyên hêza çekdar ti agahî nedan.

Supaya Pasdarên Îranê her wiha da zanîn ku têkildarî bûyerê 6 kes hatin desteserkirin û dest danîne ser hejmareke zêde ya çek û cebilxaneyan.