Îran dixwaze cezayê îdamê li ser bazirganên madeyên hişber rake
Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îranê hewl dide, cezayê sêdaredanê bo kesên ku li ser madeyên hişber hatine girtin, an tên girtin, nehêle. Salane bi sedan kesên kurd bi hinceta bazirganîkirin an jî bikaranîna madeyên hişber tên îdamkirin.
Rûniştvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, curên cuda yên madeyên hişber bi awayekê berfireh li deverên cuda cuda yên Rojhilatê Kurdistanê tên peydakirin. Civaknasek dibêje, belavbûna madeyên hişber yek ji sedemên zêdebûna alûdebûna xelkê û girêdayîbûna wan bi wan madeyan e.
Xortên Rojhilatê Kurdistanê jî li ser hewlên ji bo rakirina cezayê sêdaredanê, hişyariyê didin hikûmeta Îranê û dibêjin, eger ew hewlên wisa bêyî plananan werin cîbicîkirin, dê bandorek neyînê li ser civakê bike.
Madeyên hişber li seranserî Îranê û li Rojhilatê Kurdistanê tiştekî nenas nîne, belku bi awayekê berfireh li her derî heye û ji ber wê jî hemû kes bi nîgeraniyek mezin ve behsa bandorên neyênî yên wan madeyan li ser xortan û civakê dikin.
Hikûmeta Îranê hewl dide bi rêya derxistina yasayeke taybet, cezayê bazirgan û bikarhênerên madeyên hişber li wî welatî kêm bike û bi taybet jî cezayê sêdaredanê rake. Lê belê xelk ji wan hewlan ditirsin û hişyariyê didin, ku eger bêyî plan ew hewlên wisa bikevinê warê cîbicîkirinê, dê bandorên neyênî ji bandorên erênî zêdetir bin.
Xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di wê baweriyê de ne, ku baştirîn çareser bo wê qeyranê, rêgirtin ji belavbûna madeyên hişber e.
Parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet jî parêzgeha Urmiyê li ser rêya tranîzta madeyên hişber bo Ewropayê ye û salane bi sedan ton madeyên hişber ji sînorê wê parêzgehê ve bi awayekê qaçax tê tranzîtkirin.
Herwiha bajarê Serdeşt ê ser bi parêzgeha Urmiyê û bajarê Merîwanê yê ser bi parêzgeha Sine jî, ew bû çend sal ku weke navendên berhemanîna madeyên hişber ên pîşesaziyê navê wan tê bihîstin.
Kesên psykolog dibêjin, nehêlana bandora madeyên hişber li ser kesên tûşbûyî, gelek hêsan nîne, lê belê deriyê vegera wan bo jiyaneke dirûştî her dem vekirî ye.