Cewad Zerîf gef xwar: Emê meyandina yoraniyomê zêde bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf gef li Yekîtiya Ewropayê kir ku eger hevsengî di destkeft û ziyanên rêkeftina etomî de bo Îranê nebe, ewê meyandina yoraniyomê zêde bikin.

 

Mihemed Cewad Zerîf got ku ew ji rêkeftina etomî dernakevin, lê hevdem ewê asta meyandina yoraniyomê zêde bikin, eger Ewropa ziyanên ku li Îranê ketine qerebû neke.

 

Wezîrê Derve yê Îranê ji medyayeke Almanî re gotiye, Yekîtiya Ewropayê karên pêwîst ji bo qerebûkirina dorpêçên Amerîka nekiriye, eger hevsengiyek nebe, Îran wê helwestê bigre.

 

Zerîf gotiye, pêwîst nake ku Îran ji rêkeftina etomî derkeve, lê dikare asta pabendiya xwe bi rêkeftinê kêm bike. Yek ji wan rêyan jî zêdekirina asta meyandina yoraniyomê ye.