Ehmedînijad: Dê desthilata Komara Îslamî ya Îranê hilweşe

Hewrlêr (Rûdaw) - Ebdulriza Dawerî, şêwirmendê Serokkomarê Îranê yê berê Mehmûd Ehmedînijad îdîa kir ku Ehmedînijad gotiye “Eger rêberê olî (Xaminêyî) bimirê, dê desthilata Komara Îslamî ya Îranê hilweşe.”

Ebdulriza Dawerî yê ku şêwirmendiya Serokkomarê Îranê yê berê Mehmûd Ehmedînijad dikir, ji çapemeniya Îranê re axivî û rexne li Ehmedînijad kir.

Ebdulriza Dawerî got “Ehmadînijad xwe wekî cîgirê taybet ê nûnerê Xwedê, Îmam Mehdî yê li ser rûyê erdê dibîne.” Daweî îdîa kir ku Serokkomarê berê li gorî xwe projeyeke xwe heye û pêşeroja Îranê jî dişibîne wek ya Yekîtiya Sovyetê.

Ebdulriza Dawerî dibêje “Ehmedînijad di civînên xwe yên taybet de behs dike ku eger sê bûyer pêk bên dê Îran hilweşe. Yek ji mijarên ku behs dike jî rewşa tendirustiya Elî Xaminêyî rêberê olî yê Komara Îslamî ya Îranê ye. Ji ber ku eger rêberê olî bimire, dê desthilata Komara Îslamî ya Îranê bixwe hilweşe. Vê ramanê diparêze û tîne ziman.”

Herwiha Dawerî diyar kir ku “Li gorî Ehmedînijad, eger Amerîka jî bi rengekî leşkerî destwerdanê di Îranê de bike û binesaziya wê bike armanc, ew dê bibe destpêka hilweşîna Komara Îslamî.”

Ehmedînijad di navbera 2005-2013and serokkomariya Îran kir û piştre jî ji aliyê Xaminêyî ve jî di Encûmena Diyarkirina Berjewendiyên Rejîmê de hat wezîfedarkirin.

Ebdulriza Dawerî di dema serokkomariya Ehmedînijad de cigirê serokatiya ajansa fermî ya Îranê dikir.