Îranê ji ber penabereka Kurd Danmark tohmetbar kir
Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Danmarkê hewl dide Qedemxêr Heqanîzade welatiya Kurd a ji Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê û du zarokên wê dersînor bike û li Danmarkê mehek cezayê girtîgehê li wê hatiye birrîn. Desthilata Dadê ya Îranê jî ragihandiye, ew dersînorkirina wê jina Kurd bi darê zorê red dikin û diyar kir, ji ber tundiya li dijî Heqanîzade wan nerazîbûna xwe gihandiye hikûmeta Danmarê û rêveberiya wî welatî bi “dûrûtiya di mafên mirovan de” tohmetbar kir.
Rêxistina Dersînorkirina Danmarkê roja 28ê Adara 2022an hewl da bi zorê penabereke jin a Kurd a bi navê Qedemxêr Heqanîzade û du zarokên wê yên cêwî dersînor bike, polîsên Danmarkê ew jin ligel herdu zarokên wê yên cêwî bi zorê şandin bajarê Stenbolê yê Tirkiyê daku ji wê derê ve bo Îranê bê vegerandin, lê ji ber ku li Firokexaneya Stenbolê wê jina Kurd berevanî li xwe kir, hewldana vegerandina wê bo Îranê sernekeft û ew careke din bo Danmarkê paşde hat şandin.
Kazim Xerîbabadî Sekreterê Navenda Mafên Mirovan a Îranê ku navendee ser bi Desthilata Dadê ya Îranê ve ye, di nameyekê de bo Wezîrê Koçê yê Danmarkê nerazîbûna Tehranê li hember tundiya li dijî wê penabera Kurd nîşan daye û Polîsê Danmarkê tohmetbar kiriye ku li beramber wê penabera jin “tundî” bi kar aniye û bi awayekî “nemirovane” tevgeriyaye.
Kazim Xerîbabadî, hikûmeta Danmarkê bi “durûtiya di mafên mirovan de” tohmetbar kiriye û ragihandiye, “standarên Danmarkê li beramber xelkê welatên din dûrûtî ye” û daxwaz ji Kopenhagenê kiriye, “hem bi awayê maddî û hem manewî wan kesan qerebû bike” û bi zorê dersînor neke.
Qedemxêr û malbata wê, xelkê navçeya Serpêl Zehaw a parêzgeha Kimaşanê ne û ji sala 2015 ve di kampên penaberan ên Danmarkê de li benda bersiva erênî ya hikûmeta wî welatî ne daku wek penaber bên wergirtin.
Sê zarokê wê malbata Kurd hene, lê di dema hewldana dersînorkirina Qedemxêr Heqanîzde de polîsê Danmarkê rê da ku hevjînê wê penabera Kurd ligel zarokeke wan a 15 mehî li wî welatî bimînin.
Sîrûs Ezîzîzade hevjînê Qedemxêr Heqanîzade pêştir ji Rûdawê re gotibû, “Demjimêr 05:00ê sibeha roja Duşembê 28ê Adara 2022an bû ku nêzî 20 kesan bêyî li deriyê malê bidin hatin nav malê û gotin em ji Rêxistina Dersînorkirinê ya Danmarkê ve hatine, lê kartên xwe nîşan nedan.”
Qedemxêr Heqanîzade ligel du kurên wê yên cêwî bo Tirkiyê hatin şandin. Bi gotina Sîrûs, dema hevjîna wî Qedemxêr li Firokexaneya Stenbolê bû, rayedarên Danmarkê bi telefonê ligel diaxivin û jê dixwazin alîkarî û pereyê Danmarkê qebûl bike û vegere Rojhilatê Kurdistanê, eger na êdî hevjîn û zarokên xwe nabîne.
Sûrûs herwiha ji Rûdawê re gotibû, “Ez qaçax bûm lewra ez ji warê xwe reviyam.”
Bi gotina wî, di salvegera terorkirina Dr. Ebdurehman Qasimlo Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) yê berê de, li gundê wan ê bi navê Darereş li devera Piştteng û Bizmîrava, dirûşmên PDKÎyê hatibûn belavkirin, lewra Îtîlaata Îranê guman dikin ku Sîrûs ew kar kiribe.
Ebdurehman Qasimlp roja 13ê Hezîrana 1989an li bajarê Viyenna yê paytexta Nemsayê di dema danûstandinên ligel nûnerên Komara Îslamiya Îranê de hat terorkirin.
Bavê Sîrûs, Sultan Ezîz Muradî sala 1984an bi tohmeta hevkariya ligel Partiya Demorkata Kurdistana Îranê hatiye darvekirin. Bavê Qedemxêrê jî navê wî Esker û endamê PDKÎyê bûye û di sala 1985an de li navçeya Selas û Bawecanî hatiye kuştin.
Sîrûs dibêje, “Ji ber ku bavê me hizbî bû, her tiştek li devera me çê biba, dihatin ji me dipirsîn.”