Supaya Pasdaran 3 mûşekên balistîk nimayiş kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Komara Îslamî ya Îranê di salvegera serkeftina şoreşa gelên Îranê de sê mûşekên balistîk li bajarê Tehranê nimayîş kirin.

Medyayên navxwe yên Îranê di salvegera serkeftina Komara Îslamî de ragihandin, ku mûşekên Zulfeqara Besîr, Dizfûl û Qiyam sê mûşekên balistîk in ku îro ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatin nîşandan.

Mûşeka Zulfeqar mînaka herî nû ya mûşekên Îranê ye ku dikare 700 km biçe û seriyê wê yê lêgerînê heye ku dikare armanca xwe bibîne û bêhtir bo bi armancgirtina gemiyan tê bikaranîn.

Mûşeka Dizful ku 1000 km diçe yek ji wan mûşekên balstîk yên Erd bi Erd e ku ku armanacên xwe di hişkaniyê de dibîne.

Mûşeka Qiyam jî ku 800 km diçe, ji wan mûşekan bû ku di êrişa bo ser binkeya serbazî ya Amerîkayê li Eyn Esed a Iraqê hatibû bikaranîn.

Nîşandana wan mûşekên balistîk ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve di demekê de ye, ku Amerîka, Îsraîl, Siûdiye û welatên ewropî ji bernameya mûşekî ya Îranê dilgiran in û weke sedemeke sereke ya têkdana ewlehî û istiqrara navçeyê bi nav dikin.

Ew welat dibêjin, nabe Îran bernameya xwe ya mûşekî pêş bixe û daxwaz dikin, di egera destpêkirina danûstandinên li ser rêkeftina atomî ya Îranê de, bernameya mûşekî ya wî welatî jî bibe beşek ji danûstandinan, lê Tehran wê yekê red dike.

Îran dibêje, bi ti awayî amade nîne derbarê bernameya xwe ya mûşekî de danûstandinê li gel ti aliyekê bike û tekez dike, hewlên wan ji bo pêşxistina bernameya mûşekî tenê bi armanca berevaniyê û parastina xwe ye.