Li Îranê balafira perwerdeyê ket
Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Elburzê ya Îranê balafireke perwerdeyê ket.
Di encama vê qezayê de kese mir.
Li gorî ajansa fermî ya Îranê (IRNA), li navçeya Nezerabadê balafireke sivîl a perwerdeyê ket.
Hat ragihandin ku di balafirê de 2 kes hebûne û yek ji wan miriye û yek jî birîndar bûye.