Îranê keştiyeke girtî ya Koreya Başûr azad kir

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê keştiya Koreya Başûr ku di destpêka îsal de dest bi ser de girtibû, azad kir.

Beriya sê mehan, hêzên deryayî yên Îranê yên ser bi Supaya Pasdaran ve li nav ava kendavê dest bi ser keştiya Hankok Chi û tîma wê ya 20 kesî de girtibûn.  

Wezareta Derve ya Koreya Başûr azadkirina keştiyê ragihand û tekez kir, ku ew keştî ber bi Tengava Hurmiz ve birêketiye û ber bi Deryaya Omanê û ji wir ve jî ber bi Koreya Başûr ve diîe.

Destbiserdegirtina wê keştiya Koreya Başrû piştî wê yekê hat ku Îranê daxwaz ji Seoul kiribû ku pereyên wê yê blokekirî yê taybet bi firotina petrolê ku dike nêzîkî 7 milyar dolar, azad bike.

Ew pereyên Îranê ji ber cezayên Amerîkayê ku di serdema îdareya Donald Trump de bi ser Îranê de hatin sepandin, hatine blokekirin.

Wezareta Derve ya Koreya Başûr ragihandiye, di meha Sibatê de ew li gel Îranê li ser mekanîzmekê jibo vegerandina hinek ji pereyên bolkekirî yên wî welatî li bankên Koreya Başûr rêkeftin, lê belê ji wê demê ve heya niha ew li benda razîbûna Amerîkayê mane, daku bikarin wî pereyî azad bikin.

Herwiha azadkirina keştiyê piştî birêveçûna yekemîn xûla civînên taybet bi rêkeftina atomî ya Îranê li Viyenayê tê.

Tehran û Waşington pêşwazî li civînên li Viyenayê dikin, Tehran civîna bihorî weke “civîneke sazîner” û Waşington jî weke “pêngaveke erênî” bi nav kir.