Îranê mûşekên Balîstîk avêt û dîmenên wê jî belav kir!
Hewlêr (Rûdaw) – Hêza Parastina Şoreşê ya Îranê (Sipaha Pasdaran) dîsa mûşekên Balîstîk ceriband û dîmenên avêtina mûşekan jî belav kir.
Îranê ev çend roj in dest bi ceribandina mûşekên xwe yên dûrhavêj û Balîstîk kiriye.
Duh mûşekek û îro jî du mûşekên Balîstîk ji aliyê Sipaha Pasdaran ve hatin avêtin.
Malpera fermî ya pasdaran ragihandiye, mûşekên ku îro hatine ceribandin, ji çiyayê Elborzê li Bakurê Îranê hatine avêtin û li hedefên ku li devera Mekran li başûrê rojhilatê Îranê hatibûn kifşkirin, ketine.
Sipahaya Pasdaran dîmenên avêtina wan mûşekên dûravêj belav kir û ragihand, mûşekên han “bi serkeftî” 1400 km derbas kirine û li hedefan ketine.
Li gorî rayedarên Sipahê, mûşekên Îranê yên Balîstîk dikarin 2000 km biçin û li hedefê bikevin.
Piştî avêtina mûşekan, alîkarê fermandeyê giştî yê pasdaran Husên Selamî got, gellek mûşekên me yên Balîstîk hene û li gellek deveran hatine bicîhkirin û ji bo avêtinê amade ne.
Wî pasdarî diyar kir ku mûşekên Îranê asayiş û aramiya “hemû welatên îslamî” diparêzin!
Fermandeyekî din ê pasdaran jî gef li Îsraîl xwar û ragihand, ev mûşek dikarin li Îsraîl jî bikevin!
Amerîka heta niha bi îhtiyat nêzîkî ceribandina mûşekên Balîstîk ji aliyê Îranê ve bûye û ragihandiye, eger derkeve holê ku Îran bi rastî mûşekên Balîstîk diceribîne dê bi rêya NY “bersivek baş” bidin Îranê.