Îranê gef li Amerîkayê xwar: Em dê dest daynin ser tankêrên wan

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ragihand ku eger Amerîka dest dayne ser tankêra wan ew jî dê bi heman awayî bersivê bidin Amerîkayê.

Li gor ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê General Remezan Şerîf li bajarê Qûmê di merasimekê de gef li Amerîkayê xwar.

"Îran xwediyê wê hêzê ye"

General Remezan Şerîf gef li Amerîkayê xwar û got:

"Eger Amerîka dest dayne ser tankêrên me, Îran dê li hemberî hemû tevgerên wê yên şeytanî bi heman awayî bersivê bide.

Îran dikare dest jî dayne ser keştiyên wê û xwediyê wê hêzê ye."

Remezan Şerîf got ku dê li hemberî hemû hewlên Amerîkayê hemû tedbîrên hewce wergirin.

Krîza tankêran a di navbera Îran û Amerîkayê de

Amerîka ji ber siza û dorpêçên yekalî yên ku disepîne car caran dest datîne ser keştiyên petrolê yên Îranê û petrola di wan tankêran de jî derdixe mezatê û difiroşe.

Îran jî ji ber vê yekê li derûdora Kendava Besrayê bi hinceta ku "li gorî rê û rêzikên behrê tevnagerin" midaxeleyî keştiyan dike.