Li Îranê polîsek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Zahîdan ê parêzgeha Sîstan û Belûcistan a Îranê çend kesên çekdar êrîşî binkeyeke serbazî kiriye, di encamê de du kesan xwe teqandine û polîsek hatiye kuştin.

Li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNA, Dozgerê Zahîdanê Mehdî Şemsabadî têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Şemsabadî diyar kir ku danê sibehê komeke çekdar êrîşî “Binkeya Hejmar 16” a Zahîdanê kirine.

Herwiha Şemsabadî ragihand ku di pevçûna piştî bûyerê de polîsekî hatiye kuştin.

Li aliyê din li gor nûçeya ajansa Tasnîm a ser bi Pasdarên Şoreşê ve, çend çekdaran hewl dan navenda 16ê ya polîsan bixin bin kontrola xwe, lê bi ser neketin.

Herwiha Tasnîmê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir ku 2 ji êrîşkar xwekuj in û bombeya li ser xwe teqandine.

Çavkaniyekî ewlehiyê yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin ragihand ku hêzên ewlehiyê êrîşkar dorpêç kirine û agahiyên berfireh dê piştre bên parvekirin.