Li Îranê trên ji rê derket: 17 mirî û zêdetirî 50 birîndaran hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Tebesê yê ser bi parêzgeha Yezd a Îranê ve trêneke rêwiyan ji rê derket û di encama qezayê de 13 kesan canê xwe ji dest dan û zêdeyî 50 kes jî birîndar bûn û eger heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Trên ji bajarê Meşhedê li bakurê rojhilatê Îranê ve ber bi bajarê Yezdê li navenda Îranê ve di rê de bûye ku li sînorê qezaya Tebesê ji rê derketiye. Bûyer îro saet 05:30 li navçeya Ebas Abad a Tebesê çê bûye.

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Hêla Asinîn a Îranê ragihandiye, sibeha îro trêneke rêwiyan ku 348 kes têde bûne, li ser rêya di navbera Tebes-Yezdê de bi sedema qelibîna ligel kepçeyekê ji rê derketiye.

Berpirsekî Hêla Asinîn a Îranê bi navê Mîr Hesen Mûsewî ji IRNAyê re ragihandiye, di bûyerê de 5 vagonên trênê ku di her vagonekê de 40 kes hebûne, ji rê derketine û qelibîne.

Herwiha hatiye ragihandin ku eger heye hejmara mirî û birîndarên bûyerê zêdetir bibe.

Berpirsên Îranê ragihandine, gelek ambulans û tîmên hawarçûn û rizgarkirinê gihîştine cihê bûyerê. Herwiha 3 helîkopter ji Bîrcend, Gonabad û Yezdê bo cihê bûyerê li qezaya Tebesê hatine şandin daku di veguhastina birîndaran de alîkariya tîmên tendirustiyê û tîmên hawarçûnê bikin.

Li gor nûçeya Tasnimê, Qaymeqamê Taybet a Tebesê jî piştrast kiriye ku li gor agahiyên destpêkê 17 kes di bûyera jirêderketina trênê de canê xwe ji dest dane.

Qaymeqamê Taybet a Tebesê Elî-Ekber Rehîmî herwiha gotiye, tîmên rizgarkirinê hêj mijûlî lêgerîn û şopandinê di vagonên din ên trênê de ne, lewra eger heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Ji bo şopandina kar û xebatên tîmên rizgarkirinê û rewşa birîndaran û herwiha lêkolînkirina sedema bûyerê, Parêzgarê Xorasana Başûr, Wezîrê Rê û Bajarvanî yê Îranê û herwiha Rêveberê Giştî yê Hêla Asin a Îranê çûne cihê bûyer.