Amnesty: Li Îranê par herî kêm 972 kes hatin îdamkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) ragihand ku sala 2024an herî kêm 972 kes li Îranê hatine îdamkirin û ji sedî 64ê yê hemû cîhanê ye.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) di raporekê de ragihand ku sala 2024an herî kêm hezar û 518 kes li 15 welatên cîhanê hatine îdamkirin.
Ji ber ku agahiyên temam li ser hejmara kesên ku Çîn, Koreya Bakur û Vîetnamê hatine îdamkirin ne eşkere bûn amarên Amnestyê wan welatan li xwe nagire.
Li gorî rapora Amnestyê, herî zêde îdamkirin li Îran, Erebistana Siûdî û Îraqê hatine tomarkirin.
Li Îranê herî kêm 972 kes hatine bidarvekirin ku 119 kes zêdetir e ji amara sala 2023yan.
Her wiha sala 2024an li Erebistana Siûdî 345 kes hatine darvekirin ku 172 kes zêdetir e ji sala berî wê.
Li Îraqê jî bidarvekirin zêdetir bûye û sala 2024an gihiştiye 63 kesan.
Sala 2023yan bidarvekirina 16 kesan li Îraqê hatiye tomarkirin.
Amnestyê da zanîn ku sala 2024an cezayê bidarvekirinê li 15 welatan hatiye bicihanîn û welatên din ew ceza rakirine an jî bi kiryarî rawestandine.
Ji sedî 64 ji hemû kesên ku li cîhanê hatine bidarvekirin li Îranê bûn.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di sê mehên destpêkê yên sala 2025an de herî kêm 230 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin ku li gorî heman dema par, zêdetirî du qatî zêde bûye.