Supaya Pasdaran a Îranê mûşekeke nû ya balistîk eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê di merasîmerkê de, kargeha bin erdê ya berhemanîna mûşekên balistîk nîşan da. Supaya Pasdaran a Îranê herwiha mûşeka xwe ya nû ya balistîk a bi navê Dizfûl di vê merasîmê de nimayiş kir.

 

Fermandarê Hêza Esmanî ya Supaya Pasdaran a Îranê di merasîmê de ragihand, ew mûşeka nû ya balistîk a bi navê Dizfûl, dikare heta dûriya 1000 km biçe û li armancan bikeve. Bi gotina wî Fermandarê Supaya Pasdaran, mûşeka Dizfûl xwedî şiyaneke wêrankirinê ya gelek mezin e.

 

Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê, Mihemed Elî Ceiferî jî ku di merasîmê de amade bû, di axavtinekê de ew kargeha mûşekan, bi bajarê bin erd ê berhemanîna mûşekên balistîk bi nav kir û û ragihand, eşkerekirina wî bajarê berhemanîna mûşekan di kûrahiya erdê de, bersiveke ji bo zimandirêjiya rojavayiyan, ku wiha dibînin bi dorpêç û gefan dê bikarin Îranê sînordar bikin.

 

Ceiferî got, ew ti caran dest ji armanca bilind a şoreşa îslamî bernadin. Ceiferî herwiha da zanîn, ew mûşekên zîrek ji bo hin armancan e, ku renge komara îslamî rojekê ji rojan pêwîstî pê hebe.

 

Fermandarê Supaya Pasdaran gef li Îsraîlê jî xwar û got, ew niha dikarin li hember her şaşîyeke dijiman, bi taybetî jî Îsraîlê, her di demên destpêkê de wê bikin armanca mûşekên xwe.

 

Mihemed Elî Ceiferî destnîşan kir, welatên Ewropî di demekê de behsa sînordarkirina çalakiyê mûşekî yên Îranê dikin, ku bi xwe bi hemû şiyana xwe li çend navçeyên cîhanê êrîşan encam didin.

 

Ceiferî diyar kir,li  hember wê daxwza Ewropayê, ew dê şiyana xwe ya berevaniyê bê dudilî pêşve bibin û tekez jî kir, ew danûstandin û bazirganiyê bi şiyanên berevaniyê nakin.