Li Îranê 11 parlamenterên din bi vîrusa koronayê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê testa 11 parlamenterên din  vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) pozîtîv derket. Herwiha li wî welatî hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 872 kesan û hejmara kesên bi vîrusê jî ketinê 62 hezar derbas kir.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Karkerên Îranî (ÎLNA) Endamê Serokatiya Parlamentoya Îranê Mihemed Riza Tabeş diyar kir ku ji bo parlamenteran û xebatkarên parlamentoyê testa Covid-19ê hat kirin.

Tabeş got testa 11 parlamenteran pozîtîv bûye, hêj hemû encamên testan nehatine eşkerekirin û dibe ku testên 50 parlamenterên din jî pozîtîv derkeve.

Herwiha li Îranê di 24 saetên dawîn de ji ber vîrusa koronayê ya nû 133 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara miriyan gihîşt 3 hezar û 872 kesan.

Li gor amarên fermî heta niha li Îranê 62 hezar û 589 kes tûşî koronayê bûne.

Berê di 23 parlmenteran de vîrus hatibû dîtin. Di 7ê Adarê de Parlamentera Tehranê Fatma Rehber ji ber vîrusê miribû. Testa Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî jî pozîtîv derketibû.