Li Îranê dengê teqînan!

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Îsfehanê yê Îranê dengê 3 teqînan hat bihîstin.

Vê dema ku ji ber aloziyên Îran û Îsraîlê tirsa êrişên nû heye li Îsfehanê dengê teqînan hat bihîstin.

Mehra ku ajansa nîvfermî ya Îranê ye ragihand ku li herêma Sêpahanê ya Îsfehanê dengê 3 teqînan hatiye bihîstin.

Dîmenên teqînan li ser torên civakî hatin belavkirin.

Alîkarê Parêzgarê Îsfehanê Mihemed Riza Canserî da zanîn ku teqînê ji ber çalakiyên perwerdeyê rû da lê ti hûrgilî nedan.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye jî 31ê Tîrmehê li Tehranê hat kuştin.

Aloziyên Îran û Îsraîlê piştî vê rûdanê zêdetir bûne.