Îran: Em sibe li Siûdiyê balyozxaneya xwe vedikin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand, “Em dê sibe balyozxaneya xwe li Riyad a paytexta Erebistana Siûdiyê û konsulxane û ofîsên xwe li Cedde û bajarên din ên Erebistana Siûdiyê vekin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî îro Duşemê 5ê Hezîrana 2023an li ser vekirina balyozxane û peywendiyên xwe yên bi Erebistana Siûdiyê re bi rêya medyaya Îranê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Nasir Kenanî got, “Ji bo temamkirina proseya cîbicîkirina rêkeftinên dualî yên ku di çarçoveya vegerandina peywendiyên Îran û Erebistana Siûdî de hatine kirin, Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Riyadê, Serkonsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Ceddeyê û Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya Rêxistina Hevkariya Îslamî dê di 6-7ê Hezîranê de bi awayekî fermî werin vekirin.”

Berdevkê Wezareta Derve Kenanî diyar kir ku vekirina balyozxane û konsulxaneyan dê beriya çûyîna heciyên Îranê ji bo xizmetkirina wan were kirin.

Peywendiyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de çawa qut bûn?

Di 2ê Çileya 2016an de li Erebîstana Siûdî 47 kes ku di nav wan de meleyê Şîe Nimr el-Nimr jî hebû, bi tawana “terorîzmê” hatin darvekirin.

Piştî daxuyaniyên rayedarên Îranê ku bertek nîşanî darvekirinan dan, Balyozxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Tehranê û avahiya konsulxaneya bajarê Meşhedê ji aliyê xwepêşanderên Îranî ve hatin şewitandin.

Piştî van êrîşan, Hikûmeta Erebîstana Siûdî di 3ê Çileyê de ragihandibû ku wan peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Îranê re qut kirine.

Piraniya welatên Kendavê û Erebî jî di Çileya 2016an de li pişt biryara Riyadê rawestiyan û ragihandin ku wan jî pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Îranê re qut kirine.

Ji nû ve destpêkirina peywendiyên Îranê û Erebistana Siûdiyê

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan û Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan 6ê Nîsanê li Pekîn a paytexta Çînê civiyan û li ser vekirina balyozxaneyên her du welatan, destpêkirina geştên esmanî û hêsankirina vîzeyê de li hev kirin.

Di daxuyaniya hevpar a ku piştî yekemîn civîna fermî ya di asta wezîrên derve de piştî 7 salan hat lidarxistin, hat diyarkirin ku “Her du welatan li ser berfirehkirina hevkariya di hemû waran de li hev kirin.”