Rêberê Îranê ji bo xwepêşanderên girtî efû derxist

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî roja Yekşemê biryara efûkirin û guherandina cezayên beşek ji girtiyên xwepêşanderên Îran û Rojhilatê Kurdistanê derxist.

Malpera fermî ya desthilata dadê ya Îranê ragihandiye, Elî Xaminêyî pêşniyara Serokê Desthilata Dadê Xulamhisên Muhsinî Êjêyî ya ji bo efûkirina hejmarek ji girtiyên xwepêşandanên wê dawiyê pesend kiriye.

Li gor zanyariyên heman çavkaniyê, Serokê Desthilata Dadê Xulamhisên Muhsinî Êjêyî di nameyekê de bo Xaminêyî gotiye, piraniya kesên hatine desteserkirin, ketine bin bandora propagandayên dijberên Komara Îslamî û piraniya wan ji karên xwe poşman in.

Ajansa fermî ya Îranê jî ragihandiye, li gor biryara Rêberê Îranê dê dosyeya wan girtiyan, di her qonaxekê de be, bê girtin.

Hatiye ragihandin, biryara efîkirinê wan kesan li xwe nagire ku bi sîxurî, peywendiya ligel dezgehên sîxurî yên welatên din, birîndarkirina bi qestî, têkdan û agirberdana li saziyên leşkerî û hikûmetê hatine tohmetbarkirin.

Herwiha biryar wan kesan jî li xwe nagire ku xelkê li dijî wan gilî tomar kirine.

Heta niha desthilata dadê ya Îranê hejmara kesên ku di xwepêşandanên wê dawiyê yên li seranserê welat û Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin, aşkere nekiriye.

Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê dibêje, ew texmîn dikin herî kêm 19 hezar û 623 kes ji xwepêşanderan hatine desteserkirin û zanyariyên zêdetir ji 5 hezar kesan li cem wan hene.

Li gor raporta wê komeleyê, heta niha 4 kes ji girtiyan bi sedema beşdariya di xwepêşandanan de hatine darvekirin û 109 kesên din jî tohmetên giran li ser wan hene ku egera birîna cezayê darvekirinê li ser wan heye.

Herwiha heta niha bi tohmeta beşdariya di xwepêşandanên dijî desthilatê de, cezayên girtîgehê li 773 kesan hatiye birîn.