Îranê bi îdaman dest bi sala nû kir: 3 jê Kurd, 7 kes hatin îdamkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku Îranê bi îdamkirina 10 girtiyan li girtîgeheke li bakurê Tehranê dest bi sala 2025an kir.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê li ser îdamkirina 10 kesan daxuyaniyek belav kir.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand:
“Di roja yekem a sala 2025an de hejmara girtiyên ku li Girtîgeha Xezel Hîsarê ya bajarê Kerecê hatin îdamkirin gihîşt 10 kesan.”
Girtîgeha Xezel Hîsarê ya li rojavayê Tehranê wekî cihekî ku şkence û îdam bi berdewamî tê de tên tê naskirin.
Amerîkayê meha Kanûna Pêşîn a 2024an girtîgeh xistibû nav lîsteya dorpêçan û wekî “cihekî ku li Îranê binpêkirinên giran ên mafên mirovan lê tên kirin û mirovên ku dixwazin azadiya xwederbirînê bi kar bînin rastî miameleyên hovane, nemirovane û rûreşker tên” bi nav kiribû.
Îdam danê sibehê ya 1ê Kanûna Paşîn a 2025an hatin kirin.
Ji 10 kesên hatin îdamkirin tenê 3 ji wan ji aliyê medyaya fermî û dezgehên dadweriyê ve hatin ragihandin. Îdamkirina 7 kesên din ji raya giştî re nehatin ragihandin.
3 ji wan Kurd û yek Efxan e
Li gorî agahiyên Hengawê, di nav kesên ku hatine îdamkirin de 3 girtiyên Kurd ên xelkê bajarên Kirmaşan û Bucnurdê jî hebûn.
Hengawê ragihand ku roja yekem a sala 2025an sibehê zû Elî Wehdaniyê 43 salî û Hesen Wehdaniyê 37 salî yên xelkê bajarê Bucnurdê yê parêzgeha Xorasanê û Şehram Mehdewiyê 28 salî yê xelkê Kirmaşanê hatin îdamkirin.
Her wiha kesekî bi navê Erşiyayê 22 salî, kesekî bi navê Emîn ê Efxan û girtiyekî din ê ku navê hîn ne diyar e jî di nav wan kesên ku hatin îdamkirin de ne.
Hin girtî bi tawana kuştinê hatibûn mehkûmkirin.
Sala 2024an zêdetirî 600 kesî hatin îdamkirin
Li gorî Hengawê, sala 2024an li Îranê zêdetirî 600 kesî hatin îdamkirin û ji wan zêdetirî 120 kesî Kurd bûn.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) di raporeke xwe ya meha Nîsana sala borî de ragihandibû:
“Sala 2023yan îdam bi awayekî berbiçav zêde bûn û herî kêm 853 kes hatin îdamkirin.
Ev yek li gorî sala 2022yan ji sedê 48 û li gorî sala 2021ê jî ji sedî 172 zêde bûye.”