TEHRAN - Xwendekarekê ‘li dijî hîcabê’ xwe tazî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekareka Zanîngeha Azad a Tehranê xwe tazî kir û li stastyona metroyê rûnişt.
Tê îdiakirin ku wê xwendekarê li hemberî binpêkirinên mafên mirovan û biryara hîcabê xwe tazî kiriye.
Vîdeoyên xwendekarê di torên medyaya civakî de gelekî belav bûn û heta niha navê wê jî nehatiye zanîn.
Medyaya nêzîkî mixalefeta Îranê îdia kir ku wê xwendekarê ji ber hîcab nedaye serê xwe rastî êriş û şkenceya hêzên Besîc û ewlehiya Îranê hatiye.
Her wiha piştî wê êrişê, xwendekarê hemû cilên xwe ji xwe kirine û li kampusa zanîngehê û li stasyona metroyê rûniştiye.
Birêvebiriya zanîngehê jî îdia kir ku ew xwendekar “nexweş e.”
Li gorî medyaya nêzîkî muxalefeta Îranê, piştî wê xwenîşandanê xwendekar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
Li gorî ajansa FarsNewsê ya Îranê ew xwendekar hatiye desteserkirin û “rastî ti şkence û lêdanê” nehatiye.
Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Îranê (Amnesty Iran) jî li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.
Amnesty Iranê diyar kir ku bûyerê doh êvarî rû daye û wê xwendekarê ji bo şermezarkirina hîcabê ew xwenîşandan kiriye.
Amnesty Iranê tekez jî kir ku di pêvajoya binçavkirinê de îdiayên lêdan û şîdeta zayendî hene.
Amnesty Iranê bangî berpirsên Îranê kir ku van îdiayan bi awayekî serbixwe û bêalî lêkolîn bike û xwendekar di dema binçavkirinê de ji şkence û miameleya xerab bê parastin û destûr bê dayîn ku bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne.
Xwendekareke Zanîngeha Azadiyê ya Tehranê cil û bergên xwe ji xwe kirin û bi nîvrûtî li baxçeyê zanîngehê geriya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 3, 2024
🔻 Tê gotin ku wê xwestiye zilma li Îranê protesto bike
🔻 Birêvebiriya zanîngehê îdia kir ku ew nexweş e pic.twitter.com/9rkuyqCboi