Fermandarekî Pasdaran di rûdaneke bi guman de hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Malpera fermî ya Komara Îslamî ya Îranê nûçeyên derbarê mirina fermandeyekî Hêza Quds a Supaya Pasdaran di mala xwe de derewand û ragihand, “Wî di rûdanekê de canê xwe ji dest daye.”

Roja Înê 3ê Hezîrana 2022an, piştî belavbûna nûçeya mirina Fermandarê Hêza Quds a Supaya Pasdaran Elî Îsmaîlzade, li ser malperên nêzîkî Supaya Pasdaran, malpera fermî ya Îranê IRNA nûçeya mirina wî red kir û ragihand, “Ew nûçeyên ku ji aliyê medyayên dijminan ve tên belavkirin ne rast in û yek ji fermandaran di rûdaneke di nav mala xwe de canê xwe ji dest daye.”

IRNAyê nûçeya kuştina Elî Îsmaîlzade bi “şerê derûnî û belavkirina nûçeyên derew” bi nav kir lê derbarê mirina wî fermandarî de ti agahî nedan.

Televîzyona Îran International ku ya opozîsyona Îranê ye ragihand, "Li ser fermandarê Hêza Quds a Supaya Pasdaran gumana sîxurî û alîkariya Îsraîlê hebûye di kuştina fermandarê payebilind û Supaya Pasdaran Hesen Seyad Xudayî de ku meha bihurî li Tehranê hatibû kuştin, ji bo tolhildana wî fermandarî ew di mala xwe de hat kuştin.”

Malpera Sabrin News a nêzikî Supaya Pasdaran jî di nûçeyeke bi serenava “Mirina Bi Guman” de mirina Elî Îsmaîlzade ragihand û got, "Ew fermandar bi awayekî gumanbar ji balkona mala xwe ya li rojavayê Tehranê hatiye avêtin û heta niha sedema kuştina wî nehatiye piştrastkirin."

Kuştina fermandarên Supaya Pasdaran û zanyarên etomî li Îranê zêde bûye û endazyarekî Wezareta Berevaniyê ya Îranê 3 roj berê di encama êrişa firokeyên bê firokevan de li ser navenda etomî ya Parçîn canê xwe ji dest da.