Li Zanîngeha Kerecê xwendevanên jin jehrî bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Jehrîketina xwendekarên dibistanan li Îranê êdî derbasî nava zanîngehan bûye, hejmareke zêde ya xwendekarên jin ên beşa navxweyî ya Zanîngeha Kerecê jehrî bûn.

Li gor çend dîmenên ku li ser torên medya civakî belav bûne, şevê din hejmareke ambolans çend xwendekarên jin ên beşa nevxweyî li parêzgeha Kerec veguhestin nexweşxaneyê.

Serokê Zanîngeha Pizîşkî Şehram Seyîdî ragihand ku 21 xwendekarên beşa navxweyî ya zanîngeha teknîkî ya Kerec jehrî ketine û ji bo nexweşxaneyê hatine şandin.

Şehram Seyîdî diyar kir ku rewşa wan xwendekaran baş bûye û beşek ji wan ji bo malê hatine şandin.

Her di heman rojê de 48 xwendekarên dibistaneke parêzgeha Erdebîl li bakurê Îranê jehrî ketibûn û ji bo nexweşxaneyê hatibûn şandin.