Xwenîşandan didomin: Bi sedan kes hatine girtin
Hewlêr (Rûdaw) – Di xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha herî kêm 21 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî hatine girtin. Li welat alozî û nerazîbûna gel berdewam dike.
Êvara roja Sêşemê (02-02-2018) careke din li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwenîşandan birêveçûn.
Li bajarên Tehran, Meşed, Şîraz, Reşt, Hemedan, Abadan, Kaşan, Mescid Silêmana Xozistanê, Gewher deşta Kerec û Twîsirkan xelkê nerazîbûna xwe li hember gendelî, rewşa nebaş a aborî û ne dadperweriyê derbirî.
Li bajarê Reşt bi narincokên destî êrîşî ser bingeha Besîcên Îranê kirin û li Şîrazê jî di navbera xwenîşander û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket.
Xwenîşandan û girtina çalakvanan berdewam e
Ji roja destpêka xwenîşandanan heta niha zêdetirî hezar kesan ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve, bi tometa “têkdana ewlekariya welat” hatine desteserkirin.
Cîgirê Qaymiqamê Tehranê ragihand, roja şemiyê 200 kes, yekşemê 150 kes û duşemê jî 100 kes hatine binavkirin.
Bi gotina berpirsên bajarê Meşhedê, bi dehan kes li vî bajarî bi tometa handana nerazîbûn û dirûşmên li dijî desthilatê hatine desteserkirin.
Serdozgerê Giştî yê parêzgeha Isfahanê jî diyar kir, li bajarên vê parêzgehê, hejmareke xwenîşander û serpereştên wan hatine binçavkirin.
Li gorî Serdozgerê Giştî yê parêzgeha Elbûrzê, li bajarê Kerecê jî çend kesên pêşengên xwenîşandanê hatine girtin û biryara girtina hinek kesên din jî hatiye dayîn.
Li parêzgehên Erak û Gulistanê hejmareke xwenîşanderan hatine girtin, ku temenê hinek ji wan ji 18 salî kêmtir e. Qaymiqamê bajarê Takistanê ya parêzgeha Qezwînê dibêje, şeva borî di navbera xwenîşander û hêzên ewlekariyê de pevçûn derketiye, polîsek birîndar bûye û hejmareke çalakvanan hatine girtin.
Narazîbûnê li Tuysêrkana Hemedanê bi xwîn bûn. Lê qaymiqamê vî bajarî dibêje, piştî girtina hejmareke xwenîşanderan rewşa bajar aram bûye.
Herwiha li bajare Qumê jî hejmareke xwenîşanderan hatine destgîrkirin.
Rojhilatê Kurdistanê jî xelk li ser piyan e
Li Rojhilatê Kurdistanê jî li pirraniya bajaran hêzên ewlekariyê di amadebaşiyê de ne. Li gorî çavkaniyên xwecihî, li bajarê Sine, ji bilî hêzên polîs, artêş jî di nava bajar de belav bûye. Di xwenîşandanên vî parêzgehê jî polîs û hêzên ewlekeriyê hejmareke hemwelatiyan girtin.
Li Kirmaşanê jî rê li ber kombûna xelkê hat girtin lê kirmanşaniyan bi otombêlan berê xwe dane Qada 6ê Behmenê û dest bi lêdana horinên otomobîlan kirin. Besicên Kirmaşanê dibêjin, li Kirmaşanê 6 serkirde û pêşengên xwenîşandanan û herwiha li bajarê Hersînê jî hejmareke çalakvanan hatine girtin.
Li Îlamê jî xelk ji bo derbirîna nerazîbûnan duh êvarî dakete kolanan. Qaymiqamê Dehloranê ragihand, ku xwenîşandan bi dare zorê hatine belavkirin û hejmareke çalakvanan hatine girtin.
Cîgirê siyasî û ewlekarî yê parêzgarê Loristanê ragihand, ku li bajarê Nurabad, Durûd û Xuremava bid ehan kes bi tometa beşdarbûna nerazîbûnan hatine binçavkirin.
Cêgrî syasî û emnî parêzgarî lorristanîş raygeyand, jmareyek kesyan le şarekanî nurabad, durûd û xurremawa be tometî beşdarî le xopîşandan destbeserkirduwe.
Li parêzgeha Urmiyê ji ber beşdarbûna nerazîbûnan 10 kes hatine binçavkirin û ev kes bi handana xwenîşandanan tên tawanbarkirin.
Hêjayê gotinê ye, ku roja Pênşema derbasbûyî (28-12-2017), li Meşhed û çend bajarekî din ê Îranê, li dijî bêkarî, giranî, gendelî û ne dadperweriyê xwenîşandanan dest pê kir.
Rojên piştra agirê nerazîbûnan pekiya parêzgeh û bajarên din. Bi giştî li 43 bajar û 21 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandan hatine kirin.
Li gorî ragihandina medyaya Îranê, ji ber xwenîşandan û aloziyan zêdetirî 21 kesan hatine kuştin.
Nivîsîn: Necmî Salih