Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê: Divê Îran guvaşa ser netew û mezheban rake

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îranê Elî Mûteherî bang li desthiladarên welatê xwe kir da ku guvaş û sînordarkirinên li hember neteweyên pêkhate yên Îranê bidawî bikin.

 

Berpirsên Îranê welatê xwe weke pirpêkhateyî û yekdest didin nasîn. Bi gotina wan hemû pêkhate bi hev re gelê Îranê pêk tînin. Carbicar behsa mafên wan ên çandî dikin lê di warê siyasî de kêmtir giringî didin mafên wan.

 

Ji ber vê yekê jî niha di navendên siyasî û îdarî de nerazîbûneke zêdetir peyda dibe.

 

Elî Mûteherî îro Înê 02-03-2018, li Tehranê di kongreya partiya reformxaz a Merdûm Salarî de axivî û got, ku bêyî sedem hebin li Îranê pir guvaş dixin ser pêkhateyên neteweyî û mezheban. Herwiha birêvebirina rêwresman jî ji wan re rewa nayê dîtin.

 

Mûteherî diyar kir, ku yekrêziya Îranê bi gotinan tenê pêk nayê û divê di kirdarê jî de hewldan hebin.

 

Bi gotina wî berpirsî dilê pêkhateyên neteweyî û etnîkî yên Îranê li gel Komara Îslamî de nîne û destnîşan dike, ku eger vê şêweyê nîzîkatiyê neguherin nikarin wan bikişin aliyê xwe ve.

 

Niha hejmara şêniyên Îranê 80 milyon kesan derbas kiriye. li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî ji sedî 51ê nîştecihên Îranê bi farisi diaxivin. Lê 9 pêkhateyên din jî nêzîkî nîvê nîştecihên Îranê ne.

 

Bi gotina wan ew ji piraniya mafên siyasî, îdarî û çandî bê par in.